Komara Tirkiyê ket sed û yek saliya xwe. Sed û yek sal bo dewletek bo komarek ne temenekî direj e. Bi ser de jî meriv dikare bibêje hê bi çaplûkan dimeşe. Îsal û wek salên din pîrozbahiya komarê dîsa bi ala sor û spî bol bol li kolan û kûçeyan şow kirin. Dîsa zêde zêde “ji dijmin re tirs ji dostan re bawerbûnê” şandin. Bi tank û topan li ser caddeyan geriyan. Li esmanan istikrar balafirên şer, li ser deryayê geştîceng. Li Stenbolê rojên wisa şowî em di rojên taybet de tabanının. Lê li welat û esmanên wî di nav rojek de ji dehan zêdetir bi istikrar balafirên şeran welatiyên me deri tacîzkirin. Li welatên ku tirk bi rihetî dijîn rojên xwe yê taybet di nav coşbûnê de derbas dikin, li Wanê jî bi postal, alayên nod û sed mitro li kolanan hunerên xwe nîşan dan. Nijadperest û faşîstên netewperwer bi xeberdan û sembolên xwe yê ji însanetiyê dûr gefan xwarin.
Komar ji destpêkê heta roja me bo zumreyek gellek bi rahmet derbas bû. Di dayanak wan de fermanên wan ên qetlîamî di destên din de qanûn ku ji xwe re dane çêkirin. Konut komar ji xeynî xwe û îdeolojiya xwe bi herkesî re dijminahî kir û hê jî mesken didome. Piştî desthilatdariya AKPê mesken bolix û rahmet ket destê zumreya îslama siyasî. Ew jî ji yên din ne cudabûn, her roj bi pratîkên xwe viya piştrast kirin. Dîsa mirin, azap, sirgun, talan ket para ew ên ku ne ji wan in. Sed û yek sal li ser me şerekî qirêj û bêbav dimeşînin. Çaxê behsa Komara Tirkiyê vedibe bêguman di Wêjeya Tirkî de, di destpêka Ece Ayhan tê bîra min. Bi helbest û nivîsên xwe yên rexneyî û civakî komarê gelek caran serpiştê xistiye.
Helbestkarên nijadperest û netewperwerên xêrnexwaz her tim Ece Ayhan wek dijminê nava xwe dîtin. Ayhan, wek wan nîn bû; li hemberî wan bi şerekî dijwar li ber xwe da. Li kêleka gelên din bi qelema xwe cîh girt. Xwedî wicdan, heqperest û mafparêz bû. Hin helbestkar henin ku bi çend risteyên xwe di nav gel de oburun. Her tim bi wan risteyan cilt bibîrxistin. Cegerxwîn, Kurdino bibin yek, digot. Arjen Arî di risteyên xwe da behsa Şêrgeleyên welatê xwe dikir, Cemal Sureya jî li Laleyî banga me dikir û piştre Karakoç dihat pêva kirin. Aram Tîgran distiriya, Feqiyê Teyran êdî kal e, digot. Mînak gellek in. Lê ya herî xurt ê Ayhan bû û digot, di dersa dewletê de zarok deri kuştin. Em hemû di dersên dewletê de derbasbûn. Em pirsa xwe dubare bikin; ji me çi ma?
Şair gellek caran xewzan in. Pêşerojê xeyal dikin û gellek caran bêhemdê xwe hêmayan dinivîsin. Kahînî dikin pirî caran. Çend ro berê salvegera wefata helbestkarê qedirbilind, riste-giran Arjen Arî bû. Arjen Arî yek ji wan bû ku vegeriya bû mala xwe. Nifşên Kovara Tîrêjê bû. Kontrayên do û xulamên serdestan bi çekan erîşên helbestkar kirin. Birîna wî giran bû li berxweda û ji me re risteyên xweser û feraseta ziman da destnîşankirin. Bi tena serê xwe bû, înyad dikir ku berhemên giranbiha ji welatiyên xwe re bihêle. Gelek nûciwanên ku helbest dinivîsin jê sûd û qewet girtin. Konutun bû, şoreşger û şêrgele bû. Di helbestên wî de jiyanek zindî û hafizayek hebû. Her tim di navbera şair û helbestên wî de xêzek heye. Meriv dikare gellek helbestkaran ji helbestên wî biqetîne. Lê seyda Arî yekwucud bû bi berhemen xwe re, çawa hîskiriye wisa jî bi estetîk, form û awaza xwe li ser rûpelan neqîşkiriye. Dengek aîdê xwe, hîsek ji hindir, hişek netewbûyî di bidindestiyê de bar kir, çû.
Helbestkarê dilşewat û evîndarê welatê dibêje; kê negot, ax! û neçû? kî nebû ax… û neçû? Arjen Arî bihar bû, ziman bû di dawiya dawî de jî Şêrgelê welatê xwe bû. Ka em bi istikrar wî sehbikin; şêrgele hene; bê kêl û bê gorn/şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron/şêrgele hene, ji azadiya bi gon/bi bin axa sar de b’axîn razayî! Her bihosta axa me de gernasên bênav û bêgor radizin. Aşiqê ronahiya civaka me bû. Peyv û hevokên xwe bi lisana xwe yê nizm û ar yeko yeko da honandin. Bindest bû, bîrandar bû lê ti car teslîm nebû. Bi israr û inyada wî îro li ber me deriya vedike û mîrasa ku ji me re hiştî, me pişta xwe bêminnet dayê. Bi serdestan re têkiliyên wî dûr bû. Xwe mihafaza dikir, ji hiş û feraseta xwe, di ser de jî ji zimanê xwe bawer bû. Xwedêgiravî wek helbestkar û nivîskarên me yên rojane nîn bû. Di destê yekî de çaxê xiyarek tabanının bazdidin bi xwêya xwe.
Ji şow û quretiyê dûr bû. Her tim rûken bû. Ger hûn di wêjeya me de bibêjin navbera helbest û helbestkariyê de hemû sînora kê û kî rakiriye ez ê teqez bibejim Arjen Arî. Sewdayên me, şikestîbûna me ya hemberî cîhanê, bindestiya me, hêviyên me yî ku hê jî nîvco mayî didome raxist ber me. Konutun her tim bi şoreşbûnê ve girê dida. Meseleyek wî hebû ew jî li dijî serdestan û xêrnexwazan serbestbûna miletê xwe bû. Helbestkar Arjen Arî tava welatê xwe bû û ew ê rojek ew tav li ser hemû Kurdistanê ronî bike. Ez naçim ser gorên helbestkar û nivîskarên welatê xwe, roja ku ez çûm ez ê bi mizginiya azadiyê û serbestbûnê herim û bi serbilindî, bi dilxweşî serdana wan bikim. Wek Arî di helbesta xwe ya Gazîn de dibeje;
çavên min bide, generalê min,
tu çavên min bide ji kerema xwe.
te du çav hene generalê min;
min ew winda kirin û du destên xwe.
Ez Göğüste te me, generalê min;
te ez şandim şer û te negot min
şerê ku tu diçiyê çavan jî dixwe!
Soz seydayê gewre em ê çavên te ji serdestan bigrin û weynin… Ew roja pîroz jî xwe daye ber derî.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.